Muhammet Kurşun
06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim, der barê derxistina rêxistina PKKyê ji Şengalê got: "Me got em rê nadin tiştekî wisa. Me got paqijkirin û dûrkirina terorîstan di rojeva me de ye. Lê Pêşmerge û rêvebiriya Bexdayê ji me re gotin 'Emê wek Pêşmerge digel hêzên Iraqê çareser bikin'. Em jî niha li bendê ne ku vê yekê bicih bînin. Eger li vê derê gavek were avêtin pir baş e, yan na emê bi serê xwe tiştê hewce bikin."
Yildirim, di bernameya taybet a A Haber û ATVyê ya hevpar de cewaba pirsên rojevê da û daxuyaniyên giring dan.
Yildirim li ser pirseke der barê Şengalê û naveroka hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê muhîm e.
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku rêxistina terorî PKK hewl dide li Şengalê Qendileke duyem ava bike û got:
"Me got em rê nadin tiştekî wisa. Me got paqijkirin û dûrkirina terorîstan di rojeva me de ye. Lê Pêşmerge û rêvebiriya Bexdayê ji me re gotin 'Emê wek Pêşmerge digel hêzên Iraqê çareser bikin'. Em jî niha li bendê ne ku vê yekê bicih bînin. Eger li vê derê gavek were avêtin pir baş e, yan na emê bi serê xwe tiştê hewce bikin."
Yildirim li ser pirsa "Gelo Barzanî di vê mijarê hinekî dereng dikeve?" Wiha axivî: "Nexêr, na. Jixwe li wê derê şer jî çêbû. Barzanî îro jî daxuyaniyek da. Got 'Li bakurê Sûriyê dewleteke kurdî ava nabe'. Loma nêrîna Barzanî li herêmê li dijî terorê, ji ya me ne cudatir e. Der barê mucadeleya li dijî PKKyê, bila bi dilê me be yan jî ne bi dilê me be, yanî niha yê ku piştgiriyeke berbiçav dide me Barzanî ye, Herêma Kurdistanê ye. Loma têkiliyên me yên digel Barzanî di vê çarçoveyê de ne. Wekî din tu me'neyeke din di vê de tuneye."