06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
BERLÎN
Hola "Plaza Event Center"ê ya ku biryar bû sibê Wezîrê Karê Derva Mevlut Çavuşoglu li Hamburga bajarê Almanyayê lê biaxive, bi sedema ku têra xwe ewlekariya berengariya şewatê tê da nebû, hat guhertin.
Berdevkekî Şaredariya Mitteya bajarê Hamburgê ku navê wî/wê nehat eşkerekirin, di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Almanyayê da, kêmasiyên ewlehiyê weke sedema guhertinê nîşan da.
Berdevk derbarê hola li taxa Wilhelmsburgê anî ziman ku sîstema wê ya alarmê tune ye, heta emrekî duyem diyar kir ku hol nabê bê bikaranîn.
Ji aliyekî din va hat hînbûn ku ji bo axaftina Çavuşolu ya sibê holeke din hatiye eyarkirin.