10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê êrîşa bibombe bir ser navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê, di êrîşê da 8 sivîl birîndar bûn.
YPG/PKK dema ku Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê dan destpêkirin didome êrîşa terorê bir ser navçeya Babê ya li herêma Herekata Mertala Feratê ye.
Di êrîşa ku bi motosîkleta bombebarkirî birin ser navenda navçeya Babê da sivîl jî di nav da 8 kes birîndar bûn.
YPG/PKKya ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hat derxistin dagirkeriya xwe ya li herêma Til Rifeta li bakurê rojavayê Babê didomîne.
Rêxistina terorê ya ku li wê herêmê bi cî bûye gelek caran cî û warên bin kontrola ANSyê da hedef digire.