10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê li navenda navçeya Til Ebyadê hewl dide ku nehêle Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) dîmenan bigirin.

YPG/PKKya ku navenda navçeya Til Ebyadê dagir kiriye wir ji bo ku nehêle SÎHAyên TSKyê dîmenan bigirin û balafir li hedefan bixin lastîkan û mazotê dişewitîne.

Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku TSKyê duh da destpêkirin da gundên El Yabse û Til Fandrera li ser navçeyê ji terorê hatibû xalîkirin.
Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) a ku tevî herekatê bûye jî li gundan tevdîrên ewlehiyê distîne û fealîyetên lêgerînê didomîne.
Ji aliyê din va pêşketina ANSyê ya ber bi Til Ebyad û Resûleyna li rojhilatê wê didome.