Ahmet Aydın
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
STOCKHOLM
Serokê Fexrî yê Komeleya Geşepêdan û Lihevkirinê ya Mêrdîn-Midyad-Enhilê Gabrîel Kurt destnîşan kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê li Qamişlo û Hesiçya yên Sûriyeyê zulmê li Suryanî û Aşûriyan dike.
Kurt di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de bal kişand ser wê yekê ku YPG dûvikê PKKya rêxistina terorê ye û wiha got, "Suryanî herî zêde li Qamişlo û Hesiçya rûbirûyê zulma YPGê dimînin. Ev bi mehneya ku dibêjin em li dijî DEAŞê ne cîhanê dixapînin."
Kurt tekezî li wê yekê kir ku YPG/PKK ji bo ku piştgiriya Amerîkayê û welatên Rojava bistîne xwe weke têkoşerê dijî DEAŞê nîşan dide û got, "Barzanî ji digot ez li dijî DEAŞê me lêbelê dema DEAŞ kete Mûsilê, hemî Aşûrî, Suryanî û Êzidiyên deverê di şevekê de ji warên xwe bûn. 4 hezar pêşmerge ji wêderê reviyan û ew dever ji DEAŞê re hiştin. Ev hemî cîhanê û raya giştî dixapînin. Ev xwe weke têkoşerê dijî DEAŞê didin nîşandan û bi vê, hewla wergirtina piştgiriya Amerîkayê û welatên Rojava didin.
- "Rojnamevanan direvînin û wan didin êşkenceyê"
Kurt herwiha destnîşan kir ku YPG/PKKli Sûriyeyê dest datîne ser malên Suryaniyan û wiha pê de çû:
"YPG ji derve re dibêje 'em modern in, demokrat in' lê belê li Sûriyeyê bombeyan diavêjin xwaringehan. Suryaniyan dikujin. Dest datînin ser malên wan. Mektebên me digirin. Êşkenceyê didin mamosteyên me û li wan didin. Rojnamevanên me direvînin. Berî çend mehekî rojnamevan û nîvîserê me Suleyman Yusuf revandin. Êşkence danê. Xwestin wî bêdeng bikin û wî bi mirine tehdîd kirin. Ji ber ku ew bi belgeyên berceste li hember neheqiyan radiwestiya û dinivîsandin. Heta lobiya Suryaniyan yên ku li Cîhanê, li Ewropayê dijîn fişar xiste ser wan. Dûv re mecbûr man ew berdan.
Kurt anî ziman ku li mektebên deverên di bin îşxala rêxistina terorê de, fikrên milîtarîst û aîdiyeta etnîkî jerkî xwendekaran dikin û wiha got, "Li mektebên Suryaniyan ji bo propagandaya YPGê bikin dersa dîroka saxte didin. Emê ti carê vê qebûl nekin. Lê dema em nerazîbûna xwe tînin ziman jî em têne revandin, em lêdanê dixwun, em têne kuştin. Mamosteyekî me revandin. Ew dane êşkenceyê. Mamoste hêjî tedawiyê dibîne."