19 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2019
Hat dîtin ku YPG/PKKya rêxistina terorê guh nade mitebeqeta ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da hatibû îmzekirin û êrîşên xwe didomîne.
YPG/PKKya rêxistina terorê duh li Resuleynê gule berdan eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS).
Divê YPG/PKKya rêxistina terorê li gor mitebeqeta di navbera Tirkiye û Amerîkayê da hatibû îmzekirin hereket bike û heta 120 saetan ji herêmê vekişe.
Lê hat dîtin ku endamên rêxistinê terorê guh nade mitebeqetê û êrîşên xwe didomînin.
Di êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê ya duh da li Resuleynê 3 eskerên ANSê birîndar bûn. Eskerên birîndar rakirin nexweşxaneya Ceylanpinara navçeya Rihayê.
Wezareta Parastina Neteweyî jî serê sibê li ser hesabê xwe ya Twîtterê daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Hêzên Artêşa Tirkiyeyê bi temamî li gor mutebeqeta ji bona avakirina herêma ewle tevdigere, lê terorîstên YPG/PKKyî di 36 saetên dawîn da 14 êrîş/tacîz kirin."