19 Tebax 2018•Rojanekirin: 21 Tebax 2018
QAMIŞLO/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê li Qamişloya li bakurê Sûriyeyê ku dagir kiriye, Erebên ku meha pêşiya di hilbijartina herêmî ya bi destê rejima Beşşar Esed wê bê kirin da bûne namzed revand.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî yên li Qamişloyê rejimê li Qamişloya ku bi YPG/PKKrê îdare dike buroyeke hilbijartinê vekir.
Li gor agahiyan 17 Erebên wekî nêzî rejimê ne tên zanîn, lê serbixwe ne ji bona namzediyê serî li buroyê xistin.
Hat diyarkirin YPG/PKKyê li beldeya Cewadiyeyê bi ser malên kesên namzediya wan hat qebûlkirin da girt û wan bin çav kir.
Rejimê ragihandibû wê di 16 Îlonê da hilbijartina herêmî bê kirin.