15 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê bi fuze û topan êrîşî gundên li herêma Herekata Mertala Feratê kirin, di êrîşan da 6 sivîl mirin, 15 sivîl jî birîndar bûn.
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku navçeya Minbicê ya li bakurê welêt dagir kir ji gundên li dora Çemê Sacuyê bi fuze û topan Mîrze, Til Elî û Şuayîba gundên bajaroka Ganduraya li ser navçeya Cerablusê ya bin kontrola mixalifên eskerî da hedef girtin.
Di êrîşên terorê da 6 sivîl mirin, 13 sivîl birîndar bûn.
Di 4 êrîşên bi topê yên terorîstên YPG/PKKyî yên ser navçeya Ezazê da jî 2 sivîl birîndar bûn.
YPG/PKKya rêxistina terorê duh bi hewanê êrîşî navçeya Cerablusê ya li herêma Herekata Mertala Feratê kiribû, di êrîşê da 3 zarok birîndar bibûn.