02 Gulan 2019•Rojanekirin: 03 Gulan 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê li Reqaya bajarê Sûriyeyê milîtanekî Ereb û jina wî yê ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDG) bû, kuştin.
Li gor agahiyan endamên YPG/PKKya rêxistina terorê li bajarê Reqayê nivîsa "Ocalan wê bikeve" ya li ser dîwarekê xwestin paqij bikin.
Terorîstan wê çaxê motosîkleteke ji wê derê derbas dibû sekinand û kesekî Ereb û jina wî ji wesayîtê anîn xwarê.
Endamên YPG/PKKya rêxistina terorê heqaret li mêr û jina wî kirin û piştra dîmena bûyerê li ser medyaya civakî weşandin.
Di dîmenê da tê dîtin ku terorîstek pêhîna xwe diaveje motosîkleta ciwanê ereb û piştra bi çekê her duyan dikuje.
Endamên rêxistinê piştî bûyerê bi wesayîteke ku wêneya Ocalan li ser e siwar dibin û ji herêmê direvin.
Li gor agahiyan kesî ku hat kuştin endamê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDG) ye.