ANKARA
Endamên kabîneya nû ji wezîrên berê wezîfeyên xwe dewr hildidin.
Mevlut Çavuşogluyê ku wek Wezîrê YEyê û Sergotubêj hate wezîfedarkirin, wezîfeya xwe ji Egemen Bagiş teslîm hilda.
Piştî ku guherandina kabîneyê hat diyarkirin îro li Wezareta YEyê merasima wezîfe guherandinê hat lidarxistin.
Wezîrê berê yê YEyê û Sermuzakerekar Egeman Bagiş di merasimê de wiha axivî: "Kesê ku ez bi Serokwezîrê me dame nasîn Mevlut Çavuşoglu ye. Hilbijartina birêz Çavuşoglu ya ji bo Serokatiya Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê di dîroka Serokomariya Tirkiyeyê de serkeftina dîplomatîk a ferdî ya herî mezin e. Ez serfiraz im ku vê wezîfeyê dewrî birayê xwe Mevlut dikim. Emannet li cihekî saxlem e. Dilê min rehet e."
"Yên ku xwestin me ji hev biqetînin, fitneyê bixin nav me her tim hebûn û dê hebin jî. Înşaellah em ê bi hev re hêviyên wan bişkînin. Rêhevaltiya me û Serokwezîrê me heta mirînê ye. Doza me doza xizmeta welêt û gel e. Em dizanin ku divê em sefên xwe hê nêzîk bikin. Em ê ne bi kesên ku nifiran dikin, li gel kesên ku diayê xêrê dikin ji bo ku welêt pêşve bibin bixebitin."
Emrûllah Îşlerê ku wek Alîkarê Serokwezîr hate wezîfedarkirin wezîfeya xwe ji Bozdag dewr hilda.
Bekir Bozdag di merasîma li avahiyê Navenda Serokwezîrtiyê de axivî. Bozdag diyar kir ku ew serfiraz e ku wezîfeya xwe dide Parlamenter Îşlerê serkeftî, xwedî dîsîplîn û jêhatî.
Bozdag wiha axivî: "Ji ber ku ez wî nas dikim bi rehetî wezîfeya xwe teslîm dikim û dizanim ku ew dê ji min zêdetir bixebite, ji min zêdetir hewl bide ku bigîhîje encaman, ez wezîfeya xwe emanetî hevalekî wiha dikim. Hêvî dikim ku Emrullah Beg dê serkeftinên mezin wek Alîkarê Serokwezîr bi dest bixe."
-Alîkarê Serokwezîr Îşler
Alîkarê Serokwezîr Emrullah Îşlerê ku wezîfe hilda jî ji bo pesnên Bozdag spas kir û wiha axivî: "Wezîrê me yê biqîmet siyasetmedarekî xwedî tecrube ye. Ez serfiraz im ku wezîfeyeke wiha ji dest wî distînim. Înşallah ez dê ji tecrubeyên wî sûdê werbigrim."
Îdrîs Gulluceyê ku wek Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê hate wezîfedarkirin jî wezîfeya xwe ji Erdogan Bayraktar hilda.
-Ergun wezîfeya xwe teslîmî Fîkrî Işik kir
Fîkrî Işikê ku wek Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê hat wezîfedarkirin wezîfeya xwe ji Nîhat Ergun hilda û wiha axivî: "Ez pir bextewar im ku vê wezîfeyê ji Nîhat Ergun Beg hildidim. Helbet her kar zor e. Lê em dê bi hev re û bi piştgiriya wezîrê xwe xebatan pêş ve bibin."
Ergun jî wiha axivî: "Bila kes wiha nefikire. Dema wezîfe tê dayîn baş e, dema mirov diçe tiştekî nebaş e. Lewra usûla van meqaman wiha ye. Ji ber vê dema mirov tê jî baş e, dema diçin jî baş e. Divê mirov wiha binirxîne."
Bozdagê ku ji bo Wezîfeya Dadê hate wezîfedarkirin jî wezîfeya xwe ji Ergîn hilda.
Sadullah Ergun di merasîma wezîfe teslîmkirinê de got ku ew kêfxweş e ku wezîfeyê teslîmî birayê xwe Bekîr Bozdag dike.
Bekîr Bozdag jî diyar kir ku ew her tim bi Ergîn re xebitîne û rêzê nîşanî wî dide û wiha got: "Ji hevalekî wiha biqîmet wezîfeya Wezariya Dadê hildan ji bo min şeref û kêfxweşî ye."