İbrahim Atmaca
07 Adar 2019•Rojanekirin: 08 Adar 2019
Zarokekî Filistînî yê ku di midaxaleya xwepêşandana "Meşa Vegera Mezin" a li Xezeyê da bi guleya eskerên Îsraîlê birîndar bûbû, şehîd bû.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hat dayîn, duh li rojhilata Xezeyê xwepêşandan hatin lidarxistin, eskerên Îsraîlê gule berdan xwepêşnadanê. Seyfeddîn Ebû Zeydê (15) ku bi guleya eskerên Îsraîlê birîndar bû, mir.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya berî vê daxuyaniyê da gotibû ku eskerên Îsraîlê gule berdan kesên ku beşdarî xwepêşandanên Meşa Vegera Mezin û tê da 4 Filistînî birîndar bûn.
Filistînî ji 30ê adara 2018an vir va li ser sînorê Şirîda Xezeyê û Îsraîlê bi navê "Meşa Vegera Mezin" çalakiyên aştiyane li dar dixin.