Önder Beyter
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
CERABLUS
Semtê Waerê yê li ser bajarê Humsa Sûriyeyê ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye, zarokên ku ji vir hatin tehliyekirin, anîn Cerablusa ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da hatibû rizgarkirin. Zarokên waerî gotin ku di heyama dorpêçê da wan herî zêde bêriya sêv, mûz û berfeşîrê kiribû.
Li Waera ku di bin dorpêça hêzên Esed da ye, destûr nayê dayîn ku kel û melên alîkariya mirovî derbasî nava semt bibin û ji ber hindê xelk jî mecbûr dima ku bi tenê savar, birinc û nîska bixwe. Piştî êrîşên rejimê yên beja û asîmanî di garantoriya ûris da di navbera rejim û muxalifan da rêkeftinek hatibû çêkirin. Di çarçoveya rêkeftinê da jî du qefle di destpêka meha adarê da mecbûr mabûn û ji Waerê derketibûn. Ev herdu qefle jî li kampên li Cerablusa navçeya Helebê hatibûn bicihkirin.
Herwiha qefleya sêyemîn derbasî navendên stara berwext ên li çoltera Îdlibê kiribûn, qefleyên çaremîn, pêncemîn û şeşemîn jî derbasî kampa Zoxarayê ya li Cerablusa ku ji rêxistina terorê DEAŞê hat paqijkirin, kiribûn.
Li vir Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) xwarina 7 hezar û 500 mirovên ku li kampa Zoxarayê hatin bicihkirin, dide. Li aşxaneya kampê ÎHH her roj xwarina firavînê çêdike û dide van kesan.
Yasemîn Ehmeda 10 salî ya ku ji bona xwarinê hat ber aşxaneyê, ji peyamnerê AAyê ra wiha got, "Li Waerê me birinc û savar dikir nava zeyt û wisa dixwar. Li Waerê sêv, mûz û porteqal peyda nedibûn. Niha ez dixwazim sêv, porteqal, mûz û berfeşîrê bixwim."
Li heman kampê Eyhem Mehmûdê 12 salî yê ji Waerê jî wiha got, "Em ji Humsê bal herêma Cerablusê hatin tehcîrkirin. Dema em hatin vir, me dît ku her tişt ji bona me hatiye amadekirin. Xwedê ji aşxaneyê razî be, em her roj ji vir xwarina germ distînin."
Xalid Îbrahîmê 11 salî ku mecbûr ma Waerê biterikîne, got ku di bin dorpêçê da wan nikaribû xwarinê bîter bikin û wiha axivî, "Xwedê ji wan razî be, em ji aşxaneya wir xwarinê dixwin. Em digel xwarinên ku dertên, goştê sor, goştê mirîşkan û fêkiyan jî dixwazin. Me demeke dirêj fêkî nexwar."
Berpirsê aşxaneya ÎHHyê Îsam Ebû Yûnis jî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Wekî ÎHH em her roj li kampa Zoxarayê xwarinê didin 7 hezar û 500 kesî. Em ne bi tenê xwarina pijandî didin, herwiha em koliyên alîkariyê ku tê da alavên sereke yên jiyanê hene, didin malbatan."