Jomaa Younis ,Ali Semerci
30 Nîsan 2025•Rojanekirin: 03 Gulan 2025
Zarokên li Xeta Xezeyê ji bo ku birçîbûna xwe ji dinyayê ra ragihînin, di nav avahiyên ku artêşa Îsraîlê hilweşandine û kavilên malan da xwepêşandanek li dar xistin.
Ekîba "Çar Heval" a ji hêla dildaran va hatiye avakirin û li dijî nijadkujiya Îsraîlê çalakiyan li dar dixe, li Xan Yûnisê jî çalakiyek li dar xist.
Gelek zarokên li Xezeyê ku birçî ne û ji bo jiyanê têdikoşin, beşdarî çalakiyê bûn.
- "Em ji ber birçîbûnê dimirin"
Rama Ebu’l-Eyneyna 11 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em dixwazin deriyên sînor bên vekirin. Em ji ber birçîbûnê û bombeyan dimirin. Ji bo ku alîkarî bigîhêjin me, bila deriyên sînor bên vekirin."
Ramayê got ku kesên dimirin jê gelek zarok in û wiha dewam kir: "Êdî bes e. Du meh e ku em ji ber birçîbûnê dimirin, ne ewlehî maye û ne jî perwerde."
- "Li ber çavên me dimirin"
Resmî Ebu’l-Eyneynê nûnerê ekîba "Çar Heval" daxuyand ku ev çalakiya wan a 25emîn e, lê ya herî zehmet e û wiha axivî: "Zarokên me ne xwarinê dibînin, ne derman û ne jî sitargeheke bi ewle."
Resmî got ku Îsraîl rê li ber alîkariyan digire, di marketan da tu tişt nemaye û wiha dewam kir: "Birçîbûn qasî bombeyan dikuje. Birçîbûn li hemberî gelê me wek çek tê bikaranîn. Em birçîbûn, tirs, nexweşî û îxanetê hîs dikin. Ji 2yê Adarê û vir va tu xwarin û alîkariya tibî nekete Xezeyê. Zarokên me li ber çavên me dimirin. Wijdana mirovahiyê li ku ye? Umeta me li ku ye?"