22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
XEZE
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrîşa asîmanî bir li ser Xezeyê. Îsraîlê duh êrîşê Xezeyê kir
Berdevkatiya artêşa Îsraîlê wiha daxuyand: "Hêzên asîmanî li bakurê Xeta Xezeyê hin hedefên Hamasê xistin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş li hember êrîşa Xezeyê ya bajarê Sîderota Îsraîlê hatiye kirin.
Artêşa Îsraîlê duh êvarê daxuyandibû ku li bakurê Xeta Xezeyê hin hedefên Hamasê bi tankan hatine bombekirin. Artêşê nîvro jî daxuyaniyek dabû û gotibû ku ji Xezeyê roketek avêtine Sîderota bajarê Îsraîlê, tu kes nemiriye û birîndar nebûye.
Komên filîstinî yên li Xezeyê tu kesî êrîşa roketê ya li Sîderota bajarê Îsraîlê neda li ser stûyê xwe.