Nihat Kavşut
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
NEW YORK
Facebooka malpera medyaya civakî piştî ku borseya New Yorkê hat girtin bîlançoya xwe ya çaryeka çaremîn ya sala derbasbûyî eşkere kir.
Li gor vê jî di heyama cotmeh-kanûnê ya sala par da kara Facebookê ji sedî 19,6 zêde bû û derket 4,27 milyar dolarî.
Di çaryeka çaremîn ya 2016an da jî serê hîseyê kara şirketê 1,21 dolar bû û di çaryeka dawîn ya 2017an da ev mîqdar derket 1,44 dolarî.
Di heman heyamê da kara Facebookê ya ji reklaman jî ji 8,63 milyar dolarî derket 12,78 milyar dolarî û ji sedî 48,1 zêde bû.
Par di heyama cotmeh-kanûnê da hejmara bikarhênerên rojane û mehane jî zêde bûn.
Li gor vê jî di çaryeka çaremîn ya 2017an da hejmara bikarhênerên rojane Facebookê diemilînin 1,4 milyar kes bûn û li gor heman heyama sala berê jî ji sedî 13,8 zêde bû.
Di heman heyamê da bikarhênerên Facebookê mehane diemiLînin gihîşt 2,13 milyar kesî û salê ji sedî 14,5 zêde bû.
Mark Zuckerbergê Rêvebirê Payebilind (CEO) û avakarê Facebookê destnîşan kir şirketê dîmenên vîral yên li ser Facebookê tên weşandin kêm kiriye û wiha got: "Bi saya vê jî li ser Facebookê zemanê tê xerckirin rojane qederê 50 milyon saet kêm bûye."
Li gor zanyaran dema zemanê di Facebookê da tê xerckirin kêm bibe wê ev tesîrê li qezenca reklaman bike û bandora wê li ser qezenca giştî ya şirketê jî bike.