01 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
UTRECHT
Li Hollandayê alîgirên PYD/PKKya rêxistina terorê rawestgeha trenê ya Utrechtê dagir kir.
Alîgirên PYD/PKKyê bi pankart û paçikên rêxistina terorê va civiyan û bê destûr xwepêşandan kir. Welatiyên Tirk jî bi alaya Tirkiyeyê va bertek nîşanî xwepêşandanê dan.
Polês nehîşt ku alîgirên rêxistina terorê êrîşî welatiyên Tirk bikin û ji bo asayîşê xwepêşandan bi dawî kir.
Polêsê Utrechtê daxuyanî da û diyar kir ku ji alîgirên rêxistina terorê kesek hat binçavkirin û daxuyand ku birîndar tunene.
Alîgirên PYD/PKKyê di demên dawîn da li Ewropayê êrîşî gelek mizgeftan kiribû.