İbrahim Atmaca
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf bertek nîşanî gotinên Serokê Emrîkayê Donald Trump yên li ser peymana nukleerî da.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA), Zerîf daxuyanî da çapemeniyê û li ser gotinên Serokê Emrîkayê Trump yên "Îran li gor ruhê peymana nukleerî tevnagere" got, "Zêde guh nedin gotinên wî zilamî."
Trump heftêya borî bi Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentîlonî ra li Qesra Spî daxuyanî dabû çapemeniyê û der heqê peymana nukleerî ya ku Îranê di 2015an da bi welatên P5+1ê ra îmze kiribû da ji bo peymanê gotibû ku "berbat" e.
Trump gotibû ku "Îran li gor ruhê peymana nukleerî tevnagere û ew ê di paşerojê da ji bo vê yekê tiştinan bike."