Sevim Hatun
23 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
BERLÎN (AA) - Hat ragihandin ku li bajarê Munîha Almanyayê di encama êrîşeke çekdarî li ser navendeke firoşyariyê da, herî kêm 9 kes hatin kuştin.
Li gor çapemeniya Almanî, Wezareta Karên Navxweyî ya Bayernê ragihand ku di êrîşa ser navenda firoşyariyê ya bi navê "Olympia-Einkaufszentrum" da herî kêm 9 kes mirin.
Thomas Baumann ji polêsên Munîhê jî got ku niha rewş tev li hev e "Em hewl didin ji bo her tiştî bikin bin kontrola xwe. Em nizanin êrîşkar li ku derê ne."
Polês xwest ku kes dîmenên cihê bûyerê li ser înternetê par ve neke.