26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Hadî Eliyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ya li Herêma Kurdistana Iraqê ya ku bi nêzîkbûna xwe ya Teşkîlata Birayên Misilman tê naskirin destnîşan kir ku li Tirkiyê hewldana derbeyê hat pûçkirin û bi vî awayî li herêmê hêviya ji bo demokrasiyê hat parastin.
Elî der barê hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha got, "Li herêmê Tirkiye yekane welat e ku lê demokrasî heye, hikûmet bi hilbijartinên demokratîk va tên ser kar. Heger pergala demokratîk a li Tirkiyê bi zora derbeya leşkerî biguheriya, hêviya dawîn a herêmê jî dê bişikesta."
Elî bal kişand ku wan, şeva 15ê Tîrmehê ku hewldana derbeyê çêbû, geşedanên li Tirkiyê pir bifikar şopand û wiha got, "Ji bo ku derbekar bi ser nekevin û hikûmeta ku bi rayên gel hatiye hilbijartin, li ser piyan bimîne, me gelek dia kir."
Elî da bibîrxistin ku îstiqrara Tirkiyê, rasterast li ser herêmê bandora xwe heye û wiha pê da çû:
"Em li bendê ne ku kêşeyên li Iraq û Sûriyê bên çareserkirin. Lê heger di rewşeke wiha da Xwedê neke, Tirkiye jî biketa nava gengeşiyeke bi vî rengî, wê demê ji bo herêmê tu kesê hêvîdar nebûya."
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Elî destnîşan kir ku di serî da rejima Sûriyê û hevalbendên wê çaverê ne ku Tirkiye tevlihev be û wiha got, "Dijminên Partiya Dad û Pêşketinê (AK Partî) li wê bendê bûn ku li Tirkiyê kaos derê û hikûmet têk biçe."