Nihat Kavşut
22 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Peters: "Dewleta me zehf qîmetê dide azadiya dîn û baweriyê. Êrîşa dijî Misilmanan dijî me hemûyan hatiye kirin."
Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Peters destnîşan kir terorîst emrê xwe yê mayî bi tena serê xwe wê di hucreyekê da derbas bike.
"Ji bona ev mijar bi her awayî bê zelalkirin Zelandaya Nû di dîroka xwe da lêpirsîna herî berfireh daye destpêkirin. Lê dîsa jî tu ceza ber hovîtiya vî êrîşkarî nagire."