Abdullah Tel
22 Adar 2019•Rojanekirin: 23 Adar 2019
Li Mûsilê di bûyera binavbûna ferîbotekê da hejmara kesên xeniqîn gihîşt 103î.
Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku di bûyera binavbûna ferîbota li Parqa El-Cezîreyê ya nav Çemê Dîcleyê da hejmara kesên xeniqîn gihîşt 103 kesî.
Ji hêla din va ji ser hesabên medyaya civakî dîmenên der heqê qezayê da hatin parvekirin û tê dîtin ku di ferîbota bi nav dibe da êlekên xilasbûnê tunene.
Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdiyê bi armanca lêkolînkirinê çûbû Mûsilê ragihandibû ku ji ber bûyerê li çar aliyê welêt wê 3 roj şîna neteweyî hebe.
Der barê sedema binavbûna ferîbotê da tu daxuyanî nehat dayîn û çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku kapasîteya barê ferîbotê 50 kes e lê ji 170yî zêdetir kes lê hatine siwarkirin.