Esra Taşkın
03 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2025
PARÎS (AA) - Li Parîsa paytextê Fransayê ji bo bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî protesto hat lidarxistin.
Piştgirên Filistînê bi saeta herêmî di saet dora 18.30î da li Meydana Komarê ya dîrokî civiyan.
Xwepêşandêran bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî dan û dirûşmeyên "Îsraîl bicehme", "Filîstîn ya te nîne" û "Her bijî Filistîn" berz kirin.
Xwepêşandêrên ku bi alayên Filistînê beşdarî xwepêşandanê bûn xwest ku welatiyên rêwiyên fîloyên yên ku welatiyên Fransayê jî di nav da ne û Îsraîlê desteser kirine bên berdan.
Her wiha li gelek bajarên Ewropayê jî ji bo piştgiriya fîloyê xwepêşandan hatin lidarxistin.