Abdullah Tel
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Balafirên şer ên Îsraîlê bi ser Xezeyê da bombebarandin, di encama êrîşê da 3 Filistînî jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê Eşref el-Qudra diyar kir ji ber êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê ku birin ser herêmeke li rojavayê bajarê Xan Yunisê 3 kes birîndar bûbûn û ew sewqî Nexweşxaneya Nasirê kirin.
El-Qudra got, "Ji birîndaran Ehmed Mihemmed eş-Şihrî (27) li nexweşxaneyê şehîd ket."
Ji hêla din va Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Adraee ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bi bergîdana 10 roketî va êrîşî ser gelek hedefên li herêmên navîn, başûr û bakurê Xezeyê kir.