Ethem Emre Özcan
22 Adar 2026•Rojanekirin: 22 Adar 2026
Êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî başûr û rojhilatê Libnanê berdewam dikin.
Li gor nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê, balafirên şer ên Îsraîlê herêma Nebatiyeya Jor, Kefer Tebnit û Nakurayê hedef girtin.
Balafira esmanî ya bêmirov a Îsraîlê êrîş bir ser derdora Nexweşxaneya Şêx Salah Gandur ya li beldeya Bint Cubeylê.
Herwiha li dijî beldeya Habbuş û avahiyek li ser rêya Nebatiyeyê jî êrîş hatin lidarxistin.
Artêşa Îsraîlê êrîşên esmanî birin ser beldeya Mişgarayê.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 1024an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 740î.
Rêvebirina Afatê ya girêdayî Hikûmeta Libnanê ragihandibû ku li gor qeydên fermî li Libnanê jimara kesên ku bi darê zorê ji cî û warên wan hatine kirin ji milyonekê derbas bû.