Wassim Samih Seifeddine,Raşa Evrensel,Hamdi Yıldız
13 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2024
Hat ragihandin, balafirên şer ên Îsraîlê heta ber destê sibehê bajarokên li başûrê Libnanê bordûman kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê NNAyê, bajarokên li başûrê welêt yên Kefr Tebnît, Ayta Şaab, Rûmîn, Kefr Kîla, El-Hiyam û Sehl Mercauyun heta ber destê sibehê bûn hedefa êrîşên Îsraîlê.
Li bajaroka Kefr Tebnîtê mizgefteke dîrokî bû hedefa balafirên şer ên Îsraîlê û bi temamî wêran bû.
Her wiha li bajaroka Ayta Şaabê ya parêzgeha Nebatiyeyê jî bi şev avahiyeke 3 qatî bû hedefa balafirên şer ên Îsraîlê.
Dîsa hin cihên li bajaroka Rûmîna girêdayî parêzgeha Nebatiyeyê, bajaroka Şurahbîlê ya bajarê Saydayê û bajaroka Mensûriyê ya li herêma Sûrê bûn hedefa balafirên şer ên Îsraîlê.