Önder Beyter
28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
XEZE
Tevgera Cihada Îslamî ya Filistînê, êrîşên hêzên dagirker Îsraîlê ku Amerîka li piştê ye, wekî "çalakiyeke xeternak a terorê" tewsîf kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Cihada Îslamî da wiha hat gotin, "Êrîşên ku dijî Mescida Eqsayê tên kirin, çalakiyên xeternak ên terorê ne. Ev bûyer, êrîşkariyeke mexsûs e ku bi destê rûniştvan û hikûmeta terorê tên plankirin da ku zirarê bidin bajarê Qudsê."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi piştgiriya Amerîkayê va Îsraîl dixwaze hem di warê mekan da û hem jî di warê maweyê da Herema Şerîf dabeş bike. Di daxuyaniyê da herwiha bangî cihana Ereb û Îslamê jî kirin ku li hemberî qewimînên li bajarê Qudsê û Mescida Eqsayê serê xwe bilind bikin.
Polêsê Îsraîlê piştî nimêja înê bi xaza rondikrêj û bombeyên dengê va êrîşî cemaeta li Mescida Eqsayê kiribû û herwiha piştî ku cemaet ji wê derê derxistibû, hemû deriyên Herema Şerîf girtibûn. Di serdagirtinê da gelek Filistînî birîndar bûbûn û hinek ji wan jî hatibûn binçavkirin.
Polêsê Îsraîlê çend saet şûnda cardin deriyên Mescida Eqsayê vekiribûn.