Önder Beyter
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî yên rejima Beşar Esed ên dijî şêniyên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da 4 sivîl hatin kuştin.
Rejima Esed êrîşên xwe yên dijî şêniyên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê didomîne.
Li dijî navçeyên Xan Şêxûn û Maratînûman, bajarokê Bidama û gundên Abîdîn, Babolîn, Kefer Sîcne û Habîtê û herwiha li kirê bakurê Hemayê jî navçeyên Kefer Zîta, Latamîne û Morîkê ji asîman û bejayê êrîş hatin kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Serspî) hat wergirtin, duh nîvê şevê di êrîşa asîmanî ya dijî Morîkê da 4 sivîl hatin kuştin.
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê"
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.
Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 27ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 208 jê zarok, 149 jê jin bi tevahî 781 sivîl hatin kuştin.