Abdullah Tel
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2019
Li Sûriyeyê di êrîşa rejima Beşar Esed a ku bir ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 4 sivîl birîndar bûn.
Rejima Esed ji serê sibehê vir va êrîşî ser cih û warên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê dike.
Di êrîşên bejayî da rejimê gundên Marithirem, Maarzîte, Reqaya, Ureynîbe, Amiriye û Feqiyê ji xwe ra kir hedef.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîl a Îdlibê hat hildan di encama êrîşan da li gundê Feqiyê 4 sivîl birîndar bûn.
Hêzên rejimê dema nîvrojê xwestin ku ber bi herêma Bayirbucakê va biçin lê muxalifan rê neda.
Rejima ku meha borî bi saya piştevaniya piştgirên xwe meha borî li başûrê Îdlibê gelek cih û war hildabûn bin kontrola xwe û niha jî hewl dide ku herêma Kebîneyê ya li başûrê rojavayê herêmê dikeve, hilde bin kontrola xwe.
Dema hêzên rejimê Kebîneyê hildin wê çaxê ew ê li cihê ku Hema-Îdlib-Lazqiye ji hev diqetin jî zeft bike û bibe hakimê Tirkmendaxiyê.