Nihat Kavşut
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Li Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da hejmara kesên di sê rojên dawîn da hatin kuştin derket 42yan.
Li gor agahiyên ku ji nexweşxaneyan hatin hildan li Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da ji ber pevçûnên xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê li Nasiriyeya bajarê li başûrê welêt yek jê polês herî kêm 25 kes hatin kuştin û hejmara kesên di sê rojên dawîn da hatin kuştin derket 42yan.
Li gor agahiyan ji ber bûyeran qederê 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.
Li Iraqê xwepêşandanên ku bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên kamuyê" li paytext Bexda û wilayetên li başûr dest pê kirin didomin.
Rêvebiriya Iraqê ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê piştî Bexdayê li bajarên Zikar (Nasiriye), Meysan (Amara) û Babilê (Hile) jî qedexeya derketina derva îlan kir.
Meqamên Iraqê ji bona rê li ber çalakiyan bigirin înternetê û bi taybetî platformên medyaya civakî asteng kirine û di şebekeyên têlefonên herêmî da jî car caran pirsgirêk heye.
Xwepêşandan bi taybetî di rojên dawîn da li wilayetên li başûr li ciyên ku nifûsê Şiiyan zêde ye belav dibe.
Rêxistina Haşdî Şebiyê ku li Iraqê wek hêzeke paramîlîter ya Şiiyan hat avakirin û peyra di bin banê Wezareta Parastinê da bû yekînyeke fermî di hedefa xwepêşanderan da ye.
Li bajarên Necef û Amarayê xwepêşanderan agir berdabûn ofîsên Haşdî Şebiyê.
Li Bexdayê tevdîrên ewlehiyê dewam dikin
Li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber çalakiyan tevdîrên ewlehiyê dewam dikin, rêyên pê diçin Meydana Tehrîrê bi blokên beton hatin girtin.
Li Iraqê ji ber çalakiyên bi hinceta "gendelî, bêkarî û kêmasiya xizmetên dewletê dest pê kirin li Bexda, Zîkar (Nasiriye), Meysan (Amara) û Babîlê (Hîle) qedexeya derketina derva ya hatibû îlankirin dewam dike.
Hêzên ewlekariyê li paytextê welêt ji bo çalakvan neçin Meydana Tehrîrê tevdîrên berfireh hildidin.
Hêzên ewlekariya Iraqê ji ber destê sibê pê va rêyên diçin meydana Tehrîrê bi bariyerên bêton girtin.
Televizyona dewletê ya Iraqê jî dîmenên wesayîtên eskerî û hêzên ewlekariyê yên li Meydana Tehrîrê weşandin.
Li Meydana Hallahiyê ya çalakî lê tên lidarxistin jî nobeta hêzên ewlekariyê dewam dike.
Li bendê ne ku piştî nimêja înê li Bexdayê û bajarên li başûr protesto dîsa dest pê bikin.
- Astenga li ser înternetê dewam dike
Xêncî herêma Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê li tevahiyê welêt înternet naxebite.
Wekî mayîn li gor agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyan hatin sitandin, ji destpêka çalakiyan hetanî nika 35 kes hatin kuştin.