Türkan Tosun
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
XEZZE
Êrîşên Îsraîlê yên ji duh êvarê vir va li ser Xezeyê dike bûn sedema felaketeke mezin.
Gelê Xezeyê ji duh êvarê vir va di bin dengê gule û bombeyan da ye, dijî.
Welatiyan sibê dema çavên xwe vekirin dîtin ku felakete mezin çêbûye, her der hilweşiyaye, hin avahiyên hilneweşiyane jî zirareke mezin ditîne.
Kamerayên AAyê enkazên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne kişandin.
Li Rîmala taxa Xezeyê bînayeke 7 qatî, kreş û pêşdibistaneke zirar dîtine balê dikşînin.
Gelek avahî û kargeh jî ji ber bombebarandinê zirar dîtin.
- Rojnamevanan bertek nîşanî Îsraîlê dan
Xebatkarên çapemeniyê bi serkêşiya Endamên Çapemeniyê yên Filistînî li ser enkaza televizyona El Aqsayê ya ku ji ber êrîşên Îsraîlê ketiye wî halî çalakiyek li dar xistin.
Rojnamevanan bertek nîşanî Îsraîlê dan û êrîş şermezar kirin.
Endamên çapemeniyê xwestin saziyên çapemeniyê yên navneteweyî Îsraîlê ji ber sûcên ku dike ceza bikin.
Di êrîşên Îsraîlê yên duh şev li ser bajarê Xezzeyê da 6 Filistînî şehîd ketin û 25 Filistînî jî birîndar bûn.
Di êrîşên komên Filistînî yên ku ji Xezeyê moşek avêtin Îsraîlê da jî li aliyê Îsraîlê kesek mir û ji 50î zêdetir kes jî birîndar bûn.
- Bûyeran çawa dest pê kir?
Roja yekşemê komeke eskerên sivîl ên artêşa Îsraîlê bi wesayîtekê va derbasî Xezeyê bûbûn.
Eskerên Îsraîlê heta 3 kîlomêtro ber bi hundirê Xezeyê va çûbûn û dema hêzên Hamasê bi wan hesiyabûn di navbera wan û Hamasê da pevçûn çêbûbû.
Di pevçûnê da 7 Filistînî şehîd ketibûn û eskerekî Îsraîlê jî hatibû kuştin.
Rojek piştî vê bûyerê Hamas û Cîhada Îslamî jî di nav da komên Filistînî moşek avêtibûn aliyê Îsraîlê. Di êrîşê da eskerekî Îsraîlê giran birîndar bûbû.
Ji bilî vê otobêsek hedef hatibû girtin û komên Filistînî daxuyandibûn ev êrîş ji bo tolhildana şehîdên roja yekşemê hatine kirin.
Piştî hemû van bûyeran Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir û komên Filistînî jî bi moşekan va bersiv dan Îsraîlê.