DIHOK
Piştî ku komên çekdar ên girêdayî rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Şengala navçeya Mûsilê dagir kir êzdiyan xwe sipart navçeya Seyxan û perestgeha Laleşê ya ji bo wan bi ewle ye. Hat ragihandin ku piraniya êzdiyan ji vê derê jî koç kir. Malbatên ku li perestgeha Laleşê man jî bi fikar in.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xist di 3yê tebaxê de piştî ku DÎŞIyê herêmê dagir kir bi hezaran êzdiyî ji herêmê koç kir. Hin êzdî çûn navenda Dihokê, Hewlêrê û Tirkiyeyê û hin jî hatin perestgeha Laleşê ya Pîroz a li navçeya Seyxanê bi cih bûn. Lê belê êzdiyên li vê herêmê, ji ber êrîşên DÎŞIyê cardin koç kirin û derbasî Dihok û Hewlêrê bûn.
- Malbatên li Laleşê bi fikar in
Li perestgeha Laleşê û derdorê çend malbat û hin ciwanên êzdiyan ên ku çek hildan li wir man. Malbatên êzdî yên digel zarok û zêçên xwe li Laleşê man bi fikar in. Dibêjin ku ew li hemberî êrîşên DÎŞIyê bê hêz in.
Ji mezinên olî yên êzdiyan Çawiş Baba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber xetereya DÎŞIyê malbatên ku xwe sipartibûn perestgeha Laleşê û herêma Seyxanê koç kirin. Çawiş got ku malbatên êzdiyan herî zêde ber bi Dihok, Hewlêr û Zaxoyê ve çûne û hin malbat jî derbasî Tirkiyeyê bûne.
Çawiş wiha got: "Ji êzdiyên Iraqê sedî 99ên wan mecbûr man cih û warê xwe biguhire û ew rewş wan dike nav fikaran. Milîtanên DÎŞIyê dest dirêjî namûs û şerefa me kirin. Ya ku herî zêde em ji ber diqehirin jî ev e."
-"Em kêmneteweke xweser in"
Çawiş destnîşan kir ku gelê êzdî û ola êzdiyan di bin xetereya windabûnê de ye û wiha dewam kir: "Em bangî erkdarên li Iraqê û dewletên dinyayê dikin ku rê li ber vê qirkirinê bigrin û hewl bidin. Lewra em êzdî kêneteweke xweser in. Divê destûrê nedin da ku ev çanda dewlemen bê tunekirin."
Şexê êzdiyan got ku ji ber cudahiyên olî bûn hedef û destnîşan kir ku heta niha êrîşî mensûbên tu dînekî nekirinê lê belê li wan zilm tê kirin. Çawiş der barê rewşa dawîn a Şengalê de jî got ku 2 gundên êzdiyan jî ketine destê DÎŞIyê. Herwiha DÎŞIyê ji bo êzdiyên ku li herêmê bibin misilman 3 roj qewl daye wan.