HAKKARÎ
Midûrê Xurek, Çandin û Heywandariyê Haci Dursun Yildiz li gundê Otlûcayê li ser 380 kevalên ku berê dabûn 8 mêşvanan, lêkolîn kir.
Yildiz diyar kir ku ji bo mêşvaniya li Hakkariyê pêşve biçe projeyên wan hene. Li bajêr 3 hezar û 300 kewar belavî 220 mêşvanên ku kewarên wan reşbûne kirin. Yidiz wiha dewam kir: "Me kewal belavî mêşvanên me yên ku ji kar fêm dikin û bi hev re tevdigerin kirin. Kewarên bimoz yên ku li gundê Otlicayê ne, ji aliyê Kargeriya Taybet ya Bajêr hat kirîn û hat belavkirin. Piştî ku me kewar belavî meşvanên Hakkariyê kirin em gelek kêxweş bûn. Her çiqas ji sedî 10 kêmbûnek çebibe jî ev hevalên me ji kewarên mêşan hingivekî biqelite girtin. Ez sipasiyên xwe li kesên kedkar dikim."
Yildiz got ku hingivê Îranê yê bêqelîte qelîteya hingivê Hakkariyê yê navdar dixîne. Ji bo ku pêşiya vê pirsgirêkê bê girtin, divê hêzên ewlehiyê tevdîrên baş bigirin.
Der barê belavkirina kewarên mozan de mêşvan Nasrettîn Aslan jî got ku ji ber belavkirinê gelekî kêfxweş in.