Muhammet Kurşun
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Hat ragihandin ku Emrîka û Rûsyayê der barê agirbesta li rojavayê başûrê Sûriyê li hev kirine.
Li gor xebera Associated Pressê (AP) ku dispêre berpirsekî Emrîkayê, Emrîka û Rûsyayê li Zîrweya Lîderan G20ê ya li Hamburga Almanyayê ji bo agirbesta Sûriyê li hev kirin.
Li gor xeberê dê agirbest 9ê Tîrmehê bi seeta herêmî danê nîvro dest pê bike.
Tê îfadekirin ku peyman di hewldanên çareseriyê yên Emrîkayê de îşaretî asteke nû dike.
Meha Gulanê Tirkiye, Rûsya û Îranê ji bo "herêmên bêşer" protokol îmze kiribûn.