08 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
WASHINGTON
Hat îdiakirin Amerîka pîlan dike ku hetanî dawiya nîsanê hêzên xwe bi tevahî ji Sûriyeyê vekişîne.
Rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê di xebera xwe da rayedarên eskerî yên li ser wezîfeyê û yên berê wekî çavkanî nîşan da û îdia kir ku rêveberiya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li benda pîlanên ji bo parastina YPG/PKKyê nasekine û ew ê hetanî dawiya nîsanê ji Sûriyeyê vekişe.
Hat ragihandin ku rayedaran gotin çend roj şûnda bajaroka kelha dawîn a DEAŞê jî dema were sitandin Amerîkayê hêzên xwe bi tevahî ji Sûriyeyê vekişîne.
Tê îdiakirin heke pîlan neguherin piraniya hêzên Amerîkayê ew ê di adarê da vekişin, yên mayîn jî hetanî dawiya nîsanê ji Sûriyeyê derkevin.
Di xeberê da hat destnîşankirin ku Amerîkayê ji bo parastina YPG/PKKyê bi Tiriyeyê ra civîn kirin lêbelê encamek nehat bidestxistin, rayedaran bal kişandin ku Amerîkayê li benda pîlanên ji bo parastina YPG/PKKyê nasekine û ji Sûriyeyê vekişe.
Ji bo şopandina pêvajoya vekişîna ji Sûriyeyê Amerîka û Tirkiyeyê hêza wezîfeya hevpar ava kiribû.