Haydar Şahin
08 Adar 2019•Rojanekirin: 10 Adar 2019
Hadî Amiriyê serokê Koalisyona Fetihê û ji fermandarên Heşdî Şebiyê dîia kir ku Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê bi eşkeretî midaxilî mijara îdareya Kerkûkê bû.
Amirî li Bexdaya paytext beşdarî bernameyekê bû li wê derê axivî û di axaftina xwe da îdia kir ku Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê midaxilî mijara Kerkûkê ya ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê da wekî herêma bi niqaş e bû.
Amiriyê ku tê zanîn nêzî Îranê ye wiha axivî: "Balyozxane ji bo çareserkirina mijara Kerkûkê bangî aliyan dike. Mijara Kerkûkê bi civînên li balyozxaneyan tên kirin va çareser nabe. Pirsgirêk bi tenê bi diyaloga netewên li wê derê dijîn va çareser dibe."
Amirî wiha pê da çû: "Em ê destûrê nedin ku balyozxaneyek midaxilî pirsgirêkê bibe."
Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê hê der barê îdiaya Amiriyê siyasetmedarê ji Iraqê da daxuyaniyek neda.
Koalisyona Fetihê ya ku Amirî seroktiya wê dike di hilbijartina giştî ya Iraqê ya gulana 2018an da 47 parlamenterî qezenc kiribû û bibû partiya rêza duduyan.
- Mijara Kerkûkê
Li gor Qanûna Bingehîn a Iraqê ji sala 2003yan vir da di mijara îdareya Kerkûka di navbera Bexda û Hewlêrê da wekî herêma bi niqaş tê qebûlkirin da pirsgirêk derdikevin.
Herî dawîn piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da ji 3 paran pareke Iraqê zeft kiribû artêşa Iraqê ji herêmê vekişyabû û kontrola wîlayetê ketibû destê hêzên Pêşmergeyan.
Hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku dîsa li herêmên bi niqaş bi cî bibe piştî 3 salan di cotmeha 2017an da operasyona eskerî kiribû û hêzên Pêşmergeyan Kerkûk jî tev ji herêman vekişyabûn.
Piştî ku Amerîkayê Iraq dagir kir walî û serokê meclisa bajêr ji Kurdan dihat bijartin, rêveberiya Bexdayê piştî cotmeha 2017an Reqan Seîd Ciburiyê Ereb wekî Waliyê Kerkûkê tayîn kiribû.
PDK û YNKya partiyên mezin ên HKIyê ji bo ku walî dîsa ji Kurdan were bijartin û meclisa bajêr dest bi xebatan bike di meha dawîn da hewlên mezin didin û hevdîtinan dikin.
Tirkmen û Erebên li Kerkûkê jî dibêjin bira kesekî ku hemû netewên li Kerkûkê li ser wî li hev dikin were bijartin û midaxeleyên ji derva qebûl nakin.