Fatih Gazioğlu
08 Adar 2019•Rojanekirin: 10 Adar 2019
Paul Manafortê menajerê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump 47 meh cezayê hepsê xwar.
Der barê Paul Manafort de li Amerîkayê ji ber qaçaxtîtiya bace û sextekariya banqeyê doz hatibû vekirin û 24 sal cezayê hepsê dihat xwestin. Mehkemeya Manafort hat kirin û 47 meh cezayê hepsê xwar.
Manafort di hilbijartinên Amerîkayê yên ku di sala 2016an hatibû kirin de menajeriya Trump kiribû û 3 meham bi wî ra xebitîbû.
Manafort piştî fealiyetên wî yên li Ukraynayê derketin holê û dozên der barê wî da hatin vekirin îstifa kiribû.
Der barê Manafort de li ser îdiaya ku Rûsyayê di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya 2016an de hatibû kirin de midaxele kiriye lêpirsin dabû dest pê kirin û sûcdar hatibû dîtin.
Manafort hefteya tê wê cezayê vî sûcê jî bikşîne.