08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
HEWLÊR
Hat îdiakirin ku Fermandarê Hêzên Qudsê yê Pasdsarên Îranê Tumgeneral Qasim Suleymanî ku li dervayê welat fealiyetên leşkerî-îstixbarî dimeşîne, li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqê bi serkirdeyê rêxistina terorê PKKyê Cemil Bayik ra hat cem hev.
"Basnews"a nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di nûçeyeke xwe ya ku navê "çavkanî" eşkere nekir da îdia kir ku Suleymanî ji Bayik daxwaz kir ku PKK beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe.
Di nûçeyê da çavkaniyê navborî yê ku seredanên Suleymanî yên li herêmê ji nêz va dişopîne îdia kir ku generalê îranî hat bajarê Silêmaniyê û li vir ligel Bayik civiya û ji Bayik xwest ku milîtanên PKKyê yên li Sîncarê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û wiha dewam kir:
"Suleymanî soz da ku heke milîtan tevî operasyonê bibin, Îranê hem alîkariya maddî hem ya leşkerî bide PKKê. Di heman demê da Suleymanî ji Bayik daxwaz kir, herêmên ku Îran lê xurt e bila PKK zêdetir li wan herêman aktîf bibe."
Li gor nûçeyê, piştî ku hin aliyên nav hikûmeta navendî ya Iraqê piştgirî da ku rêxistin li Bexdaya paytext hem baregeha leşkerî hem baregeha siyasî ava bike, hevdîtina Suleymanî û Bayik çêbû û ev jî balê dikşîne.
- "Belgeyên îspat dike ku Heşda Şabî alîkariya maddî da PKKê hene"
Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê û Parlementerê PDKê Şahevan Evdillah jî got ku li gor peymana hêzên koalîsyona navneteweyî, heke PKK ji Çiyayê "Şengalê" peya bibe û berê xwe bide Mûsilê, wê lêxin û wiha dewam kir: "Ev ne tenê PKK, ji bo grûbên nav Heşda Şabî jî wisa ye."
Abdullah îdia kir ku armanca Heşda Şabî, Îran û PKK ya li ser Iraqê yek e û wiha dewam kir:
"Çend roj berê pisporên eskerî yên Îranê bi 20 wesayitî eniyên operasyona xilaskirina Mûsilê ziyaret kir, li vir bi fermandarên paye bilind ên Heşda Şabiyê re hatin bal hev. Pir eşkere ye ku Îran ji bo berjewendiyên xwe û dijminatiya xwe ya Tirkiyeyê PKKyê bikartîne. Hin belgeyên ku îsbat dikin PKKyê ji Heşda Şabiyê alîkariya aborî sitandiye hene."
Ekrem Kaabiyê serokê Herekata Nûcebaya hêza milîsên Şiî ya li Iraqê demek berê diyar kiribû ku Suleymanî li Iraqê ye.