Haydar Şahin
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
BEYRÛT
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji hewayê êrîşî Sûriyeyê kir.
Rayedarekî payeblind ê Libnanê yê ku nexwest navê wî bê zanîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyên Îsraîlê qada hewayê ya Libnanê îxlal kirin û ji rojhilatê welêt ra derbasî Sûriyeyê bûn û êrîşî çola Humsê kirin.
Hat ragihandin ku teyareyên Îsraîlê ser bajarokên Ra Baelbek û Faqihayê ra nizm firîn û piştî êrîşa teyareyan ji herêmê dengê teqînên mezin hat, artêşa Sûriyeyê jî bi balafirşikênan bersiv dan teyareyên Îsraîlê.
Di xeberên çapemeniya Libnanê da jî hat îdiakirin ku hedefa êrîşê fabriqeyeke li Humsê bû.
Rayedarên berdevkiya artêşa Îsraîlê jî der barê mijarê da gotin ku ew ê şîroveyê nekin.
Di cotmehê da jî teyareyên Îsraîlê qada hewayê ya Libnanê îxlal kiribûn û êrîşî kozikên rejimê û bataryayên balafirşikênan kiribûn.
Ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ya 2011yan vir da Îsraîl îdia dike ku ji erdên Sûriyeyê rokêtan diavêjin Îsralê û car caran êrîşî ciyên leşkerî yên rejima Sûriyeyê û rêxistina Hizbullahê ku piştgirê wê Îran e, dike.