Türkan Tosun
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Ji ber 100emîn salvegera Deklerasyona Balfourê li ser Twîtterê hashtageke bi navê "#Balfour100" hat vekirin. Ji bo vê kampanyaya berteknîşandinê ji 25 welatan aktîvîst beşdar bûn.
Bi zimanê îngilizî, erebî, tirkî, fransî û îspanyolî 5 zimanan peyam hatin nivîsandin û hat xwestin ku Îngiltere ji bo vê deklerasyonê lêborînê bixwaze.
Komeke ji aktîvîstên filistîniyan pêk tê li Stenbolê di kafeyekê de hatin bal hev û bertek nîşanî deklerasyonê dan.
Mihemed el-Medhunê organîzatorê kampanyayê got di 15ê îlonê de kampanya dane destpêkirin, 80 çalakî hatine lidarxistin û ji van gelek li welatên Ewropayê û ereban çêbûne.
- Deklerasyona Balfourê
Di 2yê mijdara 1917an de Îngiltereyê bi Deklerasyona Balfourê bi eşkereyî piştgirî dabû wê projeyê li ser axa Filistînê "welatê" Îsraîlê bê avakirin. Îngiltere bûbû dewleta herî mezin ya ewil piştigirî daye vê projeyê.
Alfred Balfourê Wezîrê Karên Derva yê wê demê ji Lord Walter Rothschîld re nameyek şandibû ku ew kes di kampanyaya siyonîst de kesekî girîng e û pişgiriya xwe îlan kiribû. Ev deklerasyon ji bo avabûna dewleta Îsraîlê wekî gaveke pir girîng tê qebûlkirin.
Nameya 67 peyvî di dîrokê de wekî Deklerasyona Balfourê tê zanîn û di nameyê de qala piştgiriya ji bo li ser axa Filistînê pêkanîna "welatê" Îsraîlê dihat kirin û her wiha dihat wedkirin ku dê nehêlin zirar bigihêje mafên gelê li herêmê dijî.