Türkan Tosun
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Hat ragihandin rêvebiriya Trump dixwest bi hezaran malbatên koçber ên der barê wan da fermana dersînorkirinê hatiye dayîn binçav bike, lê ji ber mesrefê û bertekên raya giştî dev ji vê planê hat berdan.
Du kesên di Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê da wezîfedar in û du kesên bi vê mijarê ra eleqedar in der barê vê îdiayê da daxuyanî dan ajansa Associated Pressê (AP).
Di daxuyaniyê da rayedaran gotin New York, Los Angeles û Chicago di serî da li 10 bajarên Amerîkayê yên koçber zêde lê dijîn dihat plankirin ku ew bên binçavkirin.
Rayedarên naxwazin navê wan bê eşkerekirin gotin bi vê planê va armanc ew bû ku peyamekê bidin koçberan û rê li ber wan bigrin ku ew nekevin welêt.
Di nûçeyê da hat gotin Wekîlê Midûrê Îcraya Gumrukê û Koçberan ên heyamê Ron Vîtîello û Wezîrê Ewlehiya Navxweyî Kîrstjen Nîelsen ji ber ku hejmara navendên binçavkirinê kêm in û raya giştî dibe ku bertekê nîşan bide ev plan dane sekinandin.
Li Amerîkayê par rêvebiriya Donald Trump li ser sînorê başûr zarokên koçberan ji malbatên wan veqetandibûn û xistibûn cihên binçavkirinê. Li ser vê rexne hatibûn kirin û hatibû gotin Amerîkayê rola xwe ya mirovahiyê ji bîr kiriye, ev tevger zirarê dide zarokan. Di meha hezîranê da ev tevger hatibû rawestandin. Vê jî rê li ber koçberan negirtibû û hê zêdetir koçber hatibûn sînorên başûr ên Amerîkayê.