Türkan Tosun
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
BEXDA
Hat ragihandin serokê Şiî Mukteda es-Sadr ê ku li Iraqê di hilbijartinên giştî de bi ser ket û wek dijî Amerîkayê tê zanîn bi hin rayedarên Amerîkî re hevdîtin kiriye.
Ajansa nûçeyan a Reutersê nûçeyek weşand û wek çavkanî Ziya Esediyê Nunerê Polîtburoya Sadr nîşan da. Di nûçeyê de hat gotin rayedarên Amerîkî bi hin endamên koalîsyonê yên ji Saîrunê re hevdîtin kirine.
Di nûçeyê de hat gotin ji ber ku Sadr jî piştgiriyê dide koalîsyona Saîrunê, Esedî ji ajansê re wiha gotiye: "Bi Amerîkiyan re hevdîtineke rasterast tune, lê ji bo ku rêya pêwendiyê vebe, bi wesîleya endamên Saîrunê re ev gav hatin avêtin."
Li ser vê nûçeyê Esedî daxuyanî da û ev nûçe derewand.
Esedî got bi Amerîkiyan re tu têkilî tune û wiha axivî: "Ew ji me ra qasidan dişînin. Lê em bi rêya qasidan va jî naxwazin li ser maseyê rûnên û em hevkariya bi wan re qebûl nakin."
Di hilbijartina giştî ya 12ê gulanê de koalîsyona Sadr piştgirî dide 54 parlamenter derxist. Sadr her çiqas bibe yekemîn jî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Ji bo îttifaqê çend roj in li Bexdayê hevdîtinan dike.
Sadr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dibêje ew dixwaze hikûmeteke hemû rengên Iraqê tê de cih digrin ava bike.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî duh di civîna çapemeniyê de gotibû wan bi Sadr ra ji bo avakirina hikûmeteke ku ji teknokratan pêk tê li hevdu kiriye.