Sevim Hatun
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
MOSKOVA
Wezareta Karên Derva Rûsyayê îdia kir ku rayedarên DYAyî deriyên konsolosiya giştî ya Rûsyayê ya li San Franciscoyê şikandine û bi zor ketine hundir, di avahiyê de lêgerîn kirine.
Li gor daxuyaniya ji wezaretê hat belavkirin hat îdiakirin ku rayedarên DYAyî deriyên konsolosiya Rûsyayê şikandine û ketine avahiyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rayedarên DYAyê avahî dagir kiriye, li avahiyê lêgerîneke berfireh kirine û wiha hat gotin: "Ligel hişyariyên me rayedarên DYAyî guh nedan dengê hiş û dev ji plana xwe ya dereqanûnî bernedan. Îro avahiya konsolosiyê ya San Fransiscoyê hat desteserkirin. Niha jî di avahiya me ya ku deriyên wê şikandine de lêgerînê dikin."