Abdullah Tel
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
KERKÛK
Hat ragihandin ku li Kerkûkê bi bombeya dest û çekên otomotîk va êrîş birin ser buroya Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) ya li bajaroka Rêya Bexdayê ya ser navendê ye.
Parêzkarê Buroya Rêya Bexdayê ya ETIyê Ehmed Şahîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û û got: "Êvarê ji hêla hin kesên nasnameya wan hê jî ne eşkere ye va ji du aliyan va bi ser parêzkarê nobedar ê buroya me va gule hat reşandin. Piştî êrîşa çekdarî jî du bombeyên dest avêtin pişta buroyê.
Şahîn destnîşan kir ku zirar gihîşt avahiyê lê baş bû di êrîşê da tişt bi tu kesî nehat. Şahîn got ku di demên dawîn da êrîşên li ser buroyên wan zêde bûn û bi vê hincetê ji rêveberiya navendî ji bo ewlehiya Kerkûkê piştgirî xwest.