Abdullah Tel
06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
LONDON
Wezîrê Karên Derve yê Îngiltereyê Borîs Johnson got: "Rûsyaya ku nêzî hefteyek berê biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi jimara 2401î pesend kiribû berpirsê sepandina agirbestê ye."
Johnson der barê rûdanên dawîn ên li Xûtaya Rojhilat û biryara agirbesta mirovî ya 30 rojî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) wergirtibû da axivî.
Wezîrê Îngilîz destnîşan kir ew ji ber agahiyên ji çavkaniyên biewle tên û dibêjin ku balafirên Rûsyayê digel agirbesta 30 rojî li Xûtaya Rojhilat li cem rejima Esed cih digirin û ew jî ji ber vê yekê bifikar in.
Johnson destnîşan kir ku ji destpêka pesendkirina agirbesta ji hêla Rûsyayê va heta niha 200 êrişên hewayî li herêmê qewimîn û ji 100î zêdetir kes jî di êrişan da hatin kuştin. Johnson bal kişand ser nûçeyên ku dibêjin di du hefteyên dawîn da ji 600î zêdetir sivîl di êrişên hewayî da hatin kuştin.