04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Enstîtuya Piyase û Polîtîkayên Vejenê Volkan Ozdemîr destnîşan kir ku Turkmenistanê xaza siruştî ya ku ji Îranê ra dişîne, birî û ev jî dide nîşan ku Îran di nava tengasiya aboriyê da ye û wiha dewam kir, "Sektora xaza siruştî ya Îranê bi salan e ji ber kêmasiya veberhênan, teknolojî û çavkaniyên darayî bê mefa dişixule. Ji ber ku ji miqdara difiroşe Tirkiyeyê zêdetir miqdar hatiye birîn dê li Îranê zehmetî çêbibin."
Ozdemîr der heqê mijara birîna xazê da, ku şîrketa xaza siruştî ya Tirkmenistanê, Tirkmenxazê dişand Îranê, daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Ozdemîr bal kişand ku Îran xaza Tirkmenistanê bêtir li bakurê welat diemilîne û wiha dewam kir, "Li Îranê nêzîkî 180 milyar mêtrokup xaza siruştî tê emilandin û 10 milyar mêtrokupê vê miqdarê jî ji Tirkmenistanê tê."
Herwiha Ozdemîr got ku Îran di şert û mercên normal da di mijara emilandin-veberhênan û îtxalat-îxracata xaza siruştî da hema hema serê lodê digire û wiha xeberda:
"Eva rewşa ji ber bikaranîna bêkêr a xaza sirûştî ya li Îranê û kêmasiya veberhênanê derdikeve holê. Birîna xazê bixwazin nexwazin li ser îxracatê jî tesîrê dike. Ku rewşa hewayê jî tengasiyan derxe bibenebe ew ê li ser hatina xaza ji Îranê jî tesîrê bike dibe ku carcaran bê birîn jî, lê belê beriya wê heqê me yê ku me ji tehkîmê qezenc kiriye yê yasî 2 milyar dolaran heye. Yan ew ê ji xaza me kiriye bibirin yan jî rasterast wî pereyî bidin. Hê di vê astê da jî nînin. Hinceta Tirkmenistanê jî ecêb e. Dibêjin 'me xaz li ser Îranê birî lewra pereyan nadin'. Ev jî nîşan dide ku mesele xaza sirûştî nîne lê nîşan dide ku ji aliyê Îranê va tengasiyan pereyan he ye."
Ozdemir destnîşan kir ku Îran 4 qatan ji Tirkiyeyê zêdetir xazê bi kar tîne û wiha axivî: "Îran di salê da kêm zêde 8 milyar mêtrekûpxazê îxracî Tirkiyeyê dike, lê belê ji aliyê din va ji vê zêdetir xazê ji Tirkmenistanê distîne. Sektora xaza Îranê ev bi salan e ji ber kêmasiya teknolojî, veberhênan û çavkaniyên aboriyê bêkêr rêva diçe. Ji ber ku ji xaza ku difroşe Tirkiyeyê zêdetir pereyê bê birîn ev ê ji Îranê ra zor be. Ev ê jî bixwazin nexwazin ew ê li ser dengeya xaza sirûştî ya Îranê tesîrekî bike."

- Dema li Îranê hewa sar bibe, tesîra wê dikare zêdetir bibe
Midûrê Giştî yê Xaza Angorayê Gokhan Yardim got ku ji ber şertên demsalê di tedarîkkirina xaza sirûştî de pirsgirêkên giring çêdibin.
Yardim got ku zivistanê xaza ku ji Tirkmenistanê tê ji bo Îranê pir giring e û wiha axivî: "Îran di heman demê de xazê dide Ermenistanê jî. Ew der jî dikare bikeve nav talukeyê. Ji ber tehkîmê deynê Îranê ji me re heye, nikare wê jî bide. Îran zehmetiyan dikşîne ku deynê xaza siruştî bide. Dema li Îranê hewa sar bibe, tesîra wê dikare zêdetir bibe."
Îran xaza ku ji Tirkmenistanê hildide li herêma Tebrîzê ji bo pîşesaziyê û avahiyan dixebitîne.
Xaza ji herêma Parsê ya başûr derdikeve dema li Tehranê belavî avahiyan dibe, nagîhîje bakurê Îranê. Îran jî li Tirkmenistanê xazê îtxal dike û balavî herêmên bakur dike. Ji ber wê 1,8 milyar dolar deynê Îranê ji Tirkmenistanê re heye.