Îran: Heke rejima siyonîst hewl bide ku bersivê bide dê berdêleke rûxîner hilde
Nûnertiya Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê diyar kir ku bersiva îxlalûn ewlehiya neteweyî yên Îsraîlê hat dayîn û daxuyaniya "Heke rejima siyonîst hewl bide ku bersivê bide dê berdêleke rûxînertir hilde."
Nûnertiya Daimî ya Îranê der barê mijarê da ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî peyam parve kir.
Hat gotin ku Îranê "bersiva qanûnî, maqûl û meşrû dan fealiyetên terorê yên rejima siyonîst" û hat diyarkirin ku Îsraîl welatiyên Îranî hedef git û desthilatdariya welêt îxlal kir.
Di peyamê da hişyarî hat dayîn ku "Heke rejima siyonîst hewl bide ku bersivê bide dê berdêleke rûxînertir hilde." û bangî welatên herêmê û "piştgirên rejimê" kirin ku bi Îsraîlê ra rêya xwe veqetînin.
İsrail ordusu: İran'dan İsrail'e füzeler atıldı ve ülkede sirenler çalıyor
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) October 1, 2024
◼️ Ordudan yapılan yazılı açıklamada, "kısa süre önce" İran'dan İsrail'e füzeler atıldığı belirtildi
◼️ İran Devrim Muhafızları Ordusu, İsrail’e füze saldırısı başlattığını duyurdu
◼️ Atılan füzeler… pic.twitter.com/V3oQtdAvc7
Sererkanê Îranê Baqirî: "Heke Îsraîl êrîşî Îranê bike, ew ê hemî binesaziyên wê bên hedefgirtin"
Sererkanê Îranê Mihemed Baqirî anî ziman ku heke Îsraîl êrîşî Îranê bike, ewê tundtir bersivê bidin û hemî binesaziyên wê bikine hedef.
Baqirî di vîdeoyêkê da ku IRNAya ajansa fermî ya Îranê weşand behsa hûrgiliyên êrîşa bi mûşekan a ku Artêşa Pasdarên Îranê li dijî Îsraîlê dar xist, kir.
Baqirî diyar kir ku piştî kuştina rêberê Hemasê Îsmaîl Henîyye li Tehranê, Amerîka, Ewropa û hin welatên din daxwaz ji Îranê kirin ku xwe ji zêdekirina aloziyan dûr bixe heta ku agirbest li Xezeyê pêk were û wan demeke dijwar li pey xwe hiştin û ji ber vê sedemê xwe ji bersivdayînê dûr xistin. Di vê pêvajoyê da Îsraîlê bi piştgirî û erêdana DYAyê kuştinên xwe zêde kirin, êrîşên xwe yên li ser gelê Lubnanê zêde kirin, bi taybet kuştina rêberê Hizbullahê Hesen Nesrellah û Cîgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Şoreşê Tuxgeneral Ebas Nîlfirûşan.

Serokomarê Îranê: "Em êrîşkar nînin lêbelê dijî tehdîdan biryardar in, bi Îranê ra nekevin nav pevçûnan"
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku welatê wî dijî êrîşkariya Îsraîlê li ser bingeha mafên meşrû bersiv da û got ku "Em êrîşkar nînin lêbelê dijî tehdîdan biryardar in, bi Îranê ra nekevin nav pevçûnan."
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê da parast ku êrîşên bi fuzeyê yên welatê wî yên dijî Îsraîlê "li ser bingeha mafên meşrû ji bo aştî û ewlehiya herêmê" hatin kirin.
Pezeşkiyan got ku "bersiveke mîsoger" dan êrîşkariya Îsraîlê û da zanîn ku ev êrîş ji bo berjewendiyên Îranê û parastina welatiyan hat kirin.
Pezeşkiyan di peyama xwe da got ku "Bila Netanyahu bizane ku Îran ne li pey şer e lêbelê dê biryardarî bersiva her tehdîdê bide. Ev tenê parçeyekî hêza me bû. Bi Îranê ra nekevin nav pevçûnan."
İran'dan İsrail'e atılan füzeler Tel Aviv semalarında görüntülendi https://t.co/VpPrBUfcJm pic.twitter.com/6ebJkV9R6U
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) October 1, 2024
Baqirî destnîşan kir ku êdî tehemûlkirina rewşê nemaye û destnîşan kir ku Artêşa Pasdaran bi mûşekan baregehên giring ên Îsraîlê hedef girtin.
Baqirî got, "Heke Amerîka û Ewropa Îsraîla dîn negirin û êrîşî serwerî û yekparçeyiya axa welatê me nekin, em ê ji operasyona ku me îşev pêk anî çend qat, tundtir bersivê bidin û hemî binesaziyên wê bikin hedef."
Baqirî got, "Em hêvî dikin ku DYA dev ji helwesta xwe ya berê berde, vê makîneya sûc (Îsraîl) rawestîne û herêm aram bibe."
Netanyahu: "Îranê şaşî kir û ewê berdêla wê bide"
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bal kişand ser êrîşa mûşekan a Îranê û got, "Îranê şaşî kir û ewê berdêla wê bide."
Netanyahu piştî êrîşa bi mûşekan a Îranê li ser hesabê medyaya civakî peyameke bi dîmen parve kir.
Netanyahu êrîşa bi mûşekan a Îranê weke "ne serkeftî" nîşan da û ji ber piştevaniya wê ya di warê pûçkirina mûşekan da spasiya DYAyê kir.
Netanyahu li ser êrîşa mûşekan a Îranê û got, "Îranê şaşî kir û ewê berdêla wê bide. Kî êrîşî me bike, emê jî êrîşî wan bikin."
Artêşa Pasdarên Îranê ragihandibû ku li dijî Îsraîlê bi dehan mûşekên balîstîk êrîş dane destpêkirin.
Piştî avêtina mûşekan di serî da Tel Avîv li seranserê Îsraîlê sîrenan lêdabû.
Li Yafayê di êrîşa çekdarî da 8 kes hatin kuştin
Hat ragihandin ku li Yafaya bajarê Îsraîlê di êrîşa çekdarî da 8 kes hatin kuştin.
KANa televîzyona dewletê ya Îsraîlê di nûçeya xwe ya sipart polêsên Îsraîlê da got ku di êrîşa çekdarî ya li bajarê Yafayê hat kirin da 8 kes hatin kuştin.
Di nûçeyê da hat gotin ku herdu êrîşkar "hatin berterefkirin."
Televîyona Qenal 12 ya Îsraîlê ragihand ku êrîşa çekdarî li bajarê Yafayê li du meydanên cuda hat kirin.

Artêşa Îsraîlê: Ji Îranê fuze hatin avêtin Îsraîlê û li welêt sîren lê dixin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Îranê ber bi Îsraîlê va fuze hatin avêtin û di serî da Tel Avîv li tevahiya welêt sîren lê dixin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku "demek kurt berî niha" ji Îranê fuze avêtin Îsraîlê.
Ji ber fuzeyên hatin avêtin di serî da Tel Avîv li tevahiya welêt sîrenan lê xist.
Bangewaziya "guh bidin hişyariyan û li cihên ewledar bimînin" li Îsraîliyan hat kirin.
Piştî vê daxuyaniyê li gelek herêmên welêt dengê sîrenan hat bihîstin.
- Artêşa Îsraîlê: Êrîş dewam dike
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nû da diyar kir ku êrîşa Îranê dewam dike û ji Îsraîliyan xwest ku li cihên ewledar bimînin.
Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn ka tiştek bi kesî hatiye yan na û xisar çêbûye yan na.
news_share_descriptionsubscription_contact
