Türkan Tosun
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Daxuyaniya Bîniyaz a der barê mijarê da di IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê da hat weşandin.
Bîniyaz got balafira rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê ya tîpa wê Boeîng 737 ji ber ku di motorê da şewat derket, ket.
Bîniyaz îdiaya balafir ji ber êrîşa bimoşek ketiye, derewand û wiha got: "Heke bi moşekan va balafirê bixistana, ewê li esman biteqiya. Lê ji ber ku motor şewitiye û pîlot nikaribûye balafirê kontrol bike, ev qeza çêbûye."
Serokê Saziya Alîkariya Acil a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend daxuyand 147 rêwî welatiyên Îranê, yên din jî biyanî ne.
Midûrê Rêvebiriya Qeyranê ya Tehranê Mansur Derecatî jî got qutiya reş a balafirê hatiye dîtin û ew teslîmî hêzên ewlekariyê hatiye kirin.