Fırat Taşdemir
28 Hezîran 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Bi qasî 2,5 milyon kesên ku çûn axa pîroz hecê xwe bikin, bûn hecî.
Hecacên ku çûn Erefatê bi otobêsan derbasî Muzdelîfeyê bûn, diayê waqfeyê kirin û ji bo kevirkirina şeytan kevir berhev kirin.
Hecac piştî nîvê şevê qefle bi qefle rêyeke 3,5 kîlomêtroyî meşiyan û gihîştin qada ku şeytan lê tê kevirkirin.
Hecacan li qada Cemeratê 7 kevir avêtin Cemreya Aqabeyê û paşê çûn Kebeyê.
Piştî tewafkirina Kebeyê û sayê hecacan ser û rihê xwe kur kir û ji îhramê derketin.
Dema hemû wezîfe qediyan bûn hecî.
Hin heciyan nimêja sibê û eydê li Kebeyê kir.