MEKKE
Hat ragihandin ku li Kebeyê ji bo nimêja terewîh, teheccud û cejna Remezanê 7 mele hatin wezîfedarkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Giştî ya Mizgefta Nebewî û Mizgefta Heramê de wiha hat gotin: "Di meha Remezanê de Şêx Dr. Ebdurrahman es-Sudeys, Şêx Dr. Sûûd eş-Şûreym, Şêx Dr. Evdilla el-Cûhenî, Şêx Dr. Mahir el-Mûayqalî, Şêx Dr. Xalid el-Gamîdî û Şêx Dr. Bender Belîle dê li Kebeyê nimêja terewîh û nimêja teheccudê bidin kirin.
Hat destnîşankirin ku diaya xetmê ya di dawiya meha Remezanê de jî dê Şêx Dr. Ebdurrahman es-Sudeys bide kirin.