Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî Susan Rîce bertek nîşanî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de li dijî Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry derdikevin, da.
Kerry li herêmê ji bo agirbestê hewl dide û Îsraîlê jî hewldanên Kerry ên ji bo agirbestê rexne kiribû. Der barê vê meseleyê de Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî Susan Rîce bertek nîşan da.
Rîce li Washîngtonê di Kongreya Rêberên Cihû yên Neteweyî de axivî û bal kişand ser rexneyên ku li Kerry tên kirin.
Rîceyê wiha got: "Di çapemeniya Îsraîlê de li dijî hewldanên Keryy ên ji bo agirbestê nûçeyên neyînî derketin û wan em aciz kirin. Ev nûçe li DYAyê jî dibe sedema aciziyê."
Rîce destnîşan kir ku li ber raya giştî em tim piştgiriyê didin mafê xweparastina Îsraîlê û em muzakereyên hesas dimeşînin û wiha got: "Lê kî rastiyê berevajî bike, em ê ji bo rastiyê hewl bidin da ku derkevin holê."
Hin rayedarên din ên DYAyê jî daxuyanî dabûn û der barê rexneyên Îsraîlê yên li ser Kerry bertek nîşan dabûn.